LEYLA
Keça mêrdînê çelenge
Delaleka şoxû şenge
Cîhanêdeb nav û denge
Ez kirim weke poşinge
Navê şêrînê leylaye
Delale wek zuleyxaye
Di nav cîhande deng daye
Şewqa xwel erd û semaye
Leyla delala mêrdîne
Dil tije kul û birîne
Hem welatya memû zîne
Evîna wê kirim dîne
Leyla şêr ewa şepale
Şepaleka çav xezale
Bi rastî gelek delale
Şahbanûya nava male
Leyla xezala zozanan
Strana devê hozanan
Weka horiyên buheştê
Rûniştiye ser dîwanan
Leyla siltana dilane
Rû geş û şêrîn zimane
Xezala nava cîhane
Bi rastî ew rih û cane
Leyla gula ser çiyane
Çavê bi kilê sibhane
Ew ji dilanre dermane
Nadim bi erd û ezmane
Leyla keçek buhrî reşe
Keçek şêrîn û dil geşe
Bi nasîna te leylaê
Seyday Curnêreş kêf xweşe.
Mehmet Aydoğdu
02.06.2021-12:46
Sêşemî
Mamak / Ankara