LI SER SÎNGA TE
Li ser sînga te yarê
Were biçêrim carê
Wele ez jê têr nabim
Sibê heta êvarê
Li ser sîngê henare
Bejn zirav wek çinare
Çavên dinyê li sere
Rebî/Xwedê bike sitare
Li ser sînga te canê
Şewq dide nav cîhanê
Qurbana navê şêrîn
Sorgula nav baxçanê
Li ser sînga te şerab
Bi min mekşîne ezab
Evîn û hesreta te
Dil cîgeram kir kebab
Sînga te reng rengîne
Cîhanê dixemlîne
Beko ewan pirr bûne
Dirişkên mem û zîne
Li ser sînga te heyat
Alyek dîjle yek ferat
Yara ji minre helal
Îroj xelkêre mîrat
Sîng êmîşê cinetê
Jê tê ava qudretê
Xwedê miraz bikira
Kesan nakim minetê
Li ser sînga dîlberê
Jê tê ava kewserê
Çi xweş li bejna wê tê
Rengên kesk,sor û zerê
Li ser sînga te bîstan
Tuyî bûka nav cîhan
Çawa pesnên te bidim
Serêm bi tere qurban
Serêm ji bo te qurban
Li ser sînga te zozan
Nadim bi erd û ezman
Rindê eşq û evînê
Sewa te kirim hozan
Sînga te keske sore
Şewqa xwe dide jore
Şewq dide pirr li jore
Yên ku yarê nabînin
Wele çavên wan kore
Tema sînga te çi xweş
Dîn kir Seyday Curnêreş
Xwedê çi xweş çêkirî
Xemilandî neqş bi neqş.
Mehmet Aydoğdu
12.02.2021-15:50
Înî
Mamak / Ankara