MALA BAVÊ
Mala bavê du deriye
Nav dilê min kir keriye
Te por û riyên minê reş
Tevda kirin wek heriye
Mala bavê te li gazê
Bi minre meke qerezê
Te ez kuştim tune kirim
Heta kînga bikî nazê
Mala bavê li newalê
Min ew dîbû li ber malê
Were destê hevdû bigrin
Herin gundê mala xalê
Mala bavêl ser kaniyê
Agir bikev mala diyê
Destê me ji hevdû qetand
Destê min û wê horiyê
Mala bavê te li tile
Dora mala we gilgile
Were destê xwe bi minde
Em birevin berê çile
Mala bavê te li çiyê
Ber mala we dara biyê
Were mara xwe bibirin
Diya tera bêm xwesiyê
Mala bavê li nav dara
Min tu dîtî li ber kara
Agir bi nav dilê min xist
Weke Îbrahîm û Sara
Were lêlê bes ha meke
Bejna zirav li ba meke
Nav dilê min perçe meke
Kêfê xelkê tu xweş meke
Seyday Curnêreş dinale
Wê ez kirim kerr û lale
Rindê dinê tev bidin min
Derdê dilê min xezale.
Mehmet AYDOĞDU
12.04.2011 - 23:20
Sêşemî
Akdere - Mamak
ANKARA