MALA RINDÊ
Mala rindê devê rêda
Min rind dît mala bavêda
Xwezî rinda xwe ramîsa
Biharê nava golêda
Mala rindê li newalê
Min rind dîbû mala xalê
Xwezî rinda xwe ramîsa
Zivistanê serê salê
Mala rindê li nav gûza
Min rind dîbû teva qîza
Xwezî rinda xwe ramîsa
Roja înê ber payîza
Mala rindê li nav dara
Min rind dîbû nav xiyara
Xwezî rinda xwe ramîsa
Di şevîna berx û kara
Mala rindê di nav gunda
Min rind dîbû binya konda
Xwezî rinda xwe ramîsa
Serê sibê di ber nênda
Mala rindê li baniya
Min rind dîbû ser xaniya
Xwezî rinda xwe ramîsa
Dûrî mala li ser çiya
Mala rindêb kevrê reşe
Rind ya Seyday Curnêreşe
Xwezî rinda xwe ramîsa
Nava baxçên gulên geşe.
Mehmet AYDOĞDU
11.12.2018 - 16:50
Sêşemî
Köln / ALMANYA