MALA YARÊ
Mala me li malan wêda
Mala yarê di kortêda
Yên ku mala wê nas nakin
Dara gûzê di hewşêda
Mala yarê mehla jêre
Dilê min daye ber kêre
Çavên xwe çavên xezalan
Dilên xwe şepal û şêre
Mala yarê paşya malan
Bi dû ketim ez bi salan
Ji eşq û mereqa yarê
Wele ketime nav halan
Mala yarê bi kevire
Dora mala wan kepire
Dev û lêvên yara delal
Ji min re hingiv şekire
Mala yarê li cilmanê
Li serê rêya Hîlwanê
Xwedê mirazê me bikra
Meha dawya zivistanê
Mala yarê sere jêre
Dilê min daye ber kêre
Heta mirinêl cem wêbim
Wele li wê nabim têre
Mala yarê li ber darê
Li ser darê were xarê
Ramîsanekê bide min
Ji bona Xwedêbe yarê
Mala yarê kevrê reşe
Bejna yarê neqş bi neqşe
Seyda hatîl Curnêreşe
Bo xatirê çavên reşe.
Mehmet AYDOĞDU
22.03.2018 – 21:25
Pêncşemî
Köln / Almanya