MİRİN TİNEBYA
Mirin xwezî ti tinebya
Destê’l ciwana hev neqetya (nebya)
Hêlîna kesan xira nebya
B’xwezî mirin ti tinebya
Çima’t tinneye’j behr û uman
Çima’t neda serê çeman
Yanjî bida deyşt û zozan
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin here dar û bera
Ti nêy firotanê’b pera
Ya reb te da ev qedera
B’xwezî mirin ti tinebya
Te dinya b ime pir şêrîn kir
Erd û ezman’l bom e çêkir
Boy çi mirin te pir tel kir
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin bese ti here çîya
Ti meskine’l serê rîya
Xira meke ti ava kanîya
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin ti here zinara
Li hem meqetîn dost û yara
Te birin çûn bi hezara
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin bese ti here çola
Hera masyê binyê gola
Yanjî têkev bînyê sola
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin bese’t here kevira
Ez bi gorî her dûr vira
De vememrîn ti ti çira
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin bese’t here erda
Meke mihtaca namerda
Me bifiltîn’l kul û derda
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin bese’t here çema
Yanjî here erd û sema
Me bifiltîn’l kul û xema
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin raste nabe derew
Gello şîyarbin mekevne xew
Xortên ciwan keçên bedew
B’xwezî mirin ti tinebya
Mirin ji bona me bû peyda
Li Cirnê Reş dibê Seyda
Tev şîyarbin nemînin xewda
B’xwezî mirin ti tinebya
Mehmet Aydoğdu
13/01/2001 – Şemî – 14:53
-- RİHA---