NE XEWNE
Bi şevan di xewnandeye
Ew çû derd ji min re maye
Min fam nekir ev çi hale
Dibên navê vê sewdaye
Xwezî xewnan şiyar nebim
Heta mirinê li ba tebim
Sond duxum bi navê Yezdan
Dîsa jî ji te têr nabim
Xwezî xewnên min rastbûna
Şev û rojan tev şabûna
Çavên teyên wek zeytûna
Nadim bi hezar xatûna
Xewnên derew ji xwe kuştim
Li ser erda reş ez hiştim
Ji bo çavên reş û belek
Devê xelkêda benîştim
Evîna min ew ne xewne
Ne îroye pirr ê kevne
Hûnay, baday weke tevne
Bîrkirin ji minre xewne
Were bes Seyda xilaske
Li Curnêreş tu derbaske
Roja ku tu çûyî şunda
Min şikiyan per û baske.
Mehmet AYDOĞDU
22.03.2011 - 23:45
Sêşemî
Akdere - Mamak
ANKARA