NEWROZ
Newroz azadiye
Ji bo me rastiye
Bîst û yekê adar
Ew kêf û şahiye
Newroz bo me cejne
Rastiye ne xewne
Dîroka newrozê
Ew gelekî kevne
Gurzê Kawa rakin
Agir di dest xwe kin
Bîst û yekê adar
Newrozê pîroz kin
Newroz biratiye
Bo dinyê hemûye
Bîst û yekê adar
Ji bo me azadiye
Newroz çiqas xweşe
Weka gula geşe
Bîst û yekê adar
Kêfê me tim xweşe
Kawa gurz ra dike
Dehaq perçe dike
Bîst û yekê adar
Ew gel azad dike
Newroz roja nûye
Ew cejn û şahiye
Gurzê destê Kawa
Ji bo gel azadiye
Mehmet AYDOĞDU
20/03/2013-18:45
Yekşem-Yasemin Akdere
Mamak/ ANKARA