NEWROZ
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Îro roja newrozê
Çêkin peyman û sozê
Bo aşîtyek mayînde
Bi domînin vê dozê
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Newroz bo me xilasî
Çima tu xwe na nasî
Rabin cejnê pîrozkin
B'serbilindî û mêrxwesî
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Dem demal hev hatinê
Bîr mekin vê gotinê
Eva zêdey sî salî
Pirr egît çûn li tinê
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Newroz rastî jiyane
Tu caran ne mirine
Rabin gel tev bi yekbin
Wele ferqa me tune
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Kawa zû agir geş kir
Dilê gelan pê xweş kir
Bîst û yekê adarê
Wî aşîtî îlan kir
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Rabin agir bilindkin
Herd û alî bi yekbin
Bila ji bona Xwedêbe
Êdî tu kes nê kuştin
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Seyday Curnêreş digrîn
Bes bila dayîk negrîn
Roja newrozê mîlad
Tev rakin girî û şîn
Rabine govenda jor
Li dor agir qor bi qor
Îro roja newrozê
Gur bikin agirê sor
Mehmet AYDOĞDU
10/03/2013-22:22
Yekşem-Akdere
MAMAK/ANKARA