NEXWEŞIM
Wele pirr nexweşim
Ji derdan bê hişim
Rojeka min tine
Deqekê ez nêşim
Ar bi canê min ket
Nav dilê min derket
Sewa vê nexweşyê
Jiyan bi ber bê ket
Bi şevan raneket
Nav dilê min şewat
Min qet nedî heyat
Şev ji min bûne sal
Dinya ser minde hat
Wek ser pira sîrat
Çi êşeka giran
Ketiye nava can
Wek agir û xurî
Dinya min kir zîndan
Mala min kir wêran
Bi meh û salane
Derim nexweşxwane
Li min fayde nakin
Wele tu dermane
Bi şev û bi roje
Wê ez kirim gêje
Em bi ber hev didin
Hetanî nimêje
Seyday Curnêreşe
Canê min pirr dêşe
Şikir ji Xwedê re
Wî daye min eşe.
Mehmet AYDOĞDU
29.05.2019 - 10:30
Köln / ALMANYA