Şêst û heft salan te derd kişandin
Ji gelekanre tevdîr meşandin
Derdê dinyayê tu pir êşandin
Oxirbe pismam, Xwedê bi tere
Mezinê me çûn, pergal belav bû
Min qet fam nekir ev çi bela bû
Derdê dinyayê te tev hildabû
Oxirbe pismam, tera oxirbe
Emrê te borî li serê rêyan
Lê min fam nekir ev çawa jiyan
Li dinya ronik her tim perîşan
Oxirbe pismam, Xwedê bi tere
Di navmede neman niva rûspî
Pergal belav bû, malik şewitî
Hêstrêm dibarin dil natewitî
Oxirbe pismam, tera oxirbe
Serê ku çûyî ew nayê kirî
Wexta te hat û rih beden firî
Jiyan xilaskir te bi hêsîrî
Jiyan qediya tev bi hêsîrî
Oxirbe pismam, Xwedê bi tere
Xwedê bi tere cih te buhûştbe
Cineta rengîn bo te sirûştbe
Cîranê qasidê xwoşewîstbe
Oxirbe pismam, tera oxirbe
Oxirbe pismam, tera oxirbe
Oxira Alî û Muhammed be
Li her derê Xwedê bi tera be
Oxirbe pismam, tera oxirbe
Seyday Curnêreş pismam bes rabe
Cîhana bê te, bo min ezabe
Înşeellah her tim Xwedêb terabe
Oxirbe pismam, tera oxirbe.........
Mehmet AYDOĞDU
05.03.2018- 20.40 / Dişem
Di hundirê baleflrêde li ezmanan
di navbera İstanbol ê û Ankara yê de.....