PAYTEXTA DILÊ MINÎ
Tu paytex ta dilê minî
Sorgula nav baxçê minî
Sonda min bi navê Xwedê
Bêy te nabim li vê dinê
Bejna te zirav narîne
Nav dilê min dişewtîne
Qurbana teme delalê
Bêy te kesî nahebîne
Porê te zer bejna zirav
Te li min sot dil û hinav
Wexta min tu nas kir şinda
Nasekinin hêstirê çav
Hêstrê çavê min rêz dibin
Evîndar jî bê hev nabin
Dilêm bo te birîndare
Ezê bêy te bi kê şabim
Were delala dilê min
Carê binêr li halê min
Bi sewda te dike bimrim
Tu dermanke birîna min
Mehmet Aydoğdu
03.04.2012.Ankara