QET BÎR NAKIM
Çawa dikim qet bîr nakim
Nikarime li dil çekim
Herdû çavê min xwîn dirîn
Bêy te ezê çawa pakim
Way li minê, way Cîhanê
Bêy te naxwezim vê dinê
Heke destê canê negrim
Xwuda bide min mirinê
Kulla dilê min şax daye
Taqeta min qet nemaye
Nizanime ev çi sewdaye
Li serê min bû belaye
Way li minê,çi Cîhane
Wê ne bexte, ne ûjdane
Nav dilê min êş û jane
Ew ji bona min dermane
Mam hesreta xewa şeva
Wan ez kuştum,lêvû çava
Nikarime bavim gava
Ez nexweşê,herdû sêva
Way li minê bes Cîhanê
Were ba min xweş mêvanê
Em herin ba Mem û Zînê
Warê evîn û seyranê
10/06/2010-13:45
Pêncşem-TRT.Amed
Mehmet AYDOĞDU