QURAN SUNET
Şêxê min Qur’an sunet
Tu kesan nakin minet
Rêya rast û heqîqet
Rabin tev bikin xizmet
Qur’an bo me şandiye
Rêya rastî gotiye
Yên Qur’anê nas bikin
Ji bo wan mizgîniye
Qur’an bo me jiyan e
Hatî ji bo cîhan e
Di vê dinya vala de
Mirov tê de mêvan e
La rehatû fi dinya
Gotî qasidê Xwuda
Wele mirov tev yekin
Nîne qet ferq û cüda
Ew kesê Xwuda nenas
Fîrewn ji wan re mîras
Hun wan kesên bawermend
Bi wan re mekin qiyas
Qur’an makezagon e
Nîzamek / Qanûnek wek wê tun e
Kesên ku bê Qur’anin
Jiyan bo wan zîndan e
Rabin xewda şiyarbin
Kirnên nebaş bê zarbın
Roja heşir û neşre
Xwudareb dost û yar bin
Qur’an,sunet rastiye
Ji mere ew xwediye
Roja sîrat û heşrê
Ji me re mehderiye
Bermedin rêya resul
Daxwazê bibin qebûl
Li vê dinyaya betal
Qur’anê bibin mijûl
Mehmet AYDOĞDU
18.03.2013 – 08.30
Akdere / Mamak
ENQERE