RINDÊ
EZ LI VIRIM
Rindê ez li virim
Ez li te digerim
Heke te nebînim
Wele ezê bimrim
Ji bo te ez dînim
Wele dil birînim
Rindê tu çûy şinda
Bi girî û şînim
Rindê ji min dûrî
Nizanim li kurî
Dilde bûye agir
Tê çawa vemirî
Keçê bese were
Ez bûm der bi dere
Li kolan û sûkan
Tim li te digere
Jiyan û rihê min
Evîna dilê min
Kanê tu li kuyî
Sebr û solixa min
Jiyan bê te nabe
Dîl bûye kebabe
Jiyaneka bê te
Ji minre ezabe
Ji bo min ezabe
Seyday Curnêreşe
Sewa te nexweşe
Delala min were
Dilêm bike geşe
Kêfêm bike xweşe.
Mehmet AYDOĞDU
06.02.2019- 13:15
Çarşemî
Koln / ALMANYA