RINDÊ TÊME
Tême tême rindê tême
Wele sewa te ez tême
Were binêre halê min
Dilê min tê xwîn û kême/nême
Heme heme delal heme
Qurbana wan çavên teme
Sîng û berê tey kalê gewr
Sîng û berê wek zozanan
Ji canê min re melheme
Delala min ser bi zêre
Behsê dike bi rojêre
Meh û salan li ba min be
Wele ji wê nabim têre
Sewa delalê dinalim
Birîn kûrim pirr bê halim
Lomedarno loman mekin
Nexweşê çavên xezalim
Çav xezala min şêrîne
Xwedê daye min mizgîne
Xezala nava geliyan
Xezala deşt û zozana
Wele kirim har û dîne
Li Curnêreş dibê Seyda
Xezala min bûye wenda
Sewa wê xezala delal
Bûme wek bilbilê şeyda.
Mehmet AYDOĞDU
14.11.2018 - 18:34
Köln / ALMANYA