RINDA MIN
BESE WERE
Ezî mame li dûre
Rinda min bese were
Çavê mil te digere
Rinda min bese were
Derbas bû sal û zeman
Zîvirî dem û dewran
Niva min nema derman
Rinda min bese were
Bê te dinya tariye
Te ez kirim xwîniye
Jiyan bê te miriye
Rinda min bese were
Rindê te digerime
Ji bo te dinalime
Eşqa te dimirime
Rinda min bese were
Çavên xwe digerînim
Sewa te har û dînim
Derdê te dilbirînim
Rinda min bese were
Bê te jiyan xirabe
Ji bona min ezabe
Bila ji bo Xwedabe
Rinda min bese were
Rê ber min bûne bela
Derd ji min bûne kela
Mela duxwîne sela
Rinda min bese were
Seydayê Curnêreşe
Jiyan bê te nexweşe
Ez kirim kezew reşe
Rinda min bese were...
Mehmet AYDOĞDU
19.07.2019 / 19:05
Înî
Köln / ALMANYA