ROJBÛYÎNA
TE PÎROZBE
Wateya jiyana minî
Sedema hebûna minî
Him sebr û solixwa minî
Rojbûyîna te pîroz be
Bi hebûna te pir şame
Ji minre stran kilame
Spadariyê Xwedême
Rojbûyîna te pîrozbe
Ewa roja ku tu hatî
Weke rojê min hilatî
Ji bo min jîn û heyatî
Rojbûyîna te pîrozbe
Ji minre hatî cîhanê
Heta nerim goristanê
Şûna/cihê te nava dilanê
Rojbûyîna te pîrozbe
Seydayê Curnêreş rindê
Nadim bi bajar û gundê
Ji minre lokiz û findê
Rojbûyîna te pîrozbe.
Mehmet AYDOĞDU
02.09.2019 - 12:25
Duşemî
Köln/ ALMANYA