SÎPAN Û XELAT
Çiayay xelat û sîpane
Her yek hemberê cîhane
Deşt û newal û zozane
Ji derdanre tev dermane
Çiyay sîpanê pal daye
Xelatê şewqa xwe daye
Dîtina sîpan xelatê
Ji bo min eşq û sewdaye
Binêrin deşt û zozane
Aliyên din tev çiyane
Xweşiya sîpan xelatê
Şewqa xwe didin ezmane
Çiya û deşt û newalin
Tevda bi hevre hevalin
Egît û mêrxwesê herêmê
Giştê bi şapik û şalin
Çiyay sîpan xelate
Xemilandine welate
Deşt zozan kanî rûbar
Ji miletre tev cinete
Dibê Seyday Curnêreşe
Sîpanê kirim serxwoşe
Dîtina sîpan xelatê
Ez pirr û pirr bûm kêf xweşe.
Mehmet AYDOĞDU
19.04.2016 - 11:20
Sêşemî
Di zikê/hindirê balefirêde li ezmanan
Muş - ANKARA