ŞÊRÎN Û ŞOX Û
ŞENGÎ
Bedew û narîn şêrîn û şox û şengî
Şewqê davêjî ji ezman reng bi rengî
Ji bo min tu şepal û şêr û pilingî
Di nava cîhanê de bi nav û dengî
Dîroka evîna te yar min pirr xwendî
Ji ber dilê min xezalî tu pirr rindî
Wek çiyayê agirî yî tu bilindî
Tev petrol û zîv û zêr zaf dewlemendî
Keziyên yara minin dîjle û ferat
Bêy wê naxwezim tu car ez jîn û heyat
Feleka xayîn mala te bimîn mêrat
Ji bo eşqa me çima fermanek nehat
Xêliya te çiyayê cûdî û sîpan
Evîndarê teme wek Feqiyên teyran
Were destên min bigre tu bûka cîhan
Bi hevre em tev herine ser mirazan
Neyarên te pirrin canê ew gelekin
Ji bona te bi hevre bazaran dikin
Bi salane sewa yarê em bang dikin
Çima zordari yê li dinê ra nakin
Seyday Curnêreş dibêje ji bo yarê
Wele nadim xezala dayîka karê
Yên ku destên min bike ji destê yarê
Di nava dilê wankeve jara marê.
Mehmet AYDOĞDU
08.02.2020 – 03:52
Şemî
Köln / ALMANYA