ŞÊRÎNE
Keçê navê te pir şêrîne
Porê te wek zîv û zêrîne
Dev û lêvê teyê xweşik
Wele weka şîr hingivîne
Keçê navê te pir xweşe
Kêfê min bi te pir xweşe
Rindê heke ku tu tunebî
Jiyana min bê te nameşe
Keçê ji bo min tu xezalî
Li ber dilê min pir delalî
Derdê evîna dilê xwe
Zanim ji kezebê kûr dinalî
Keçê zanim tu pir narînî
Nav dilê min tu dişewtînî
Ji xelkêre qet ez nizanim
Bona min rindê tu mizgînî
Ji bona min wele mizgîne
Weka şeker bileh şêrîne
Derdê dilan ew jî dikşîne
Nava dilê wê wek min birîne
Seyday Curnêreş birîndare
Bi şev û rojan tim zare zare
Derd û kulen wî wele hezare
Dermanê dilan tenêl ba yâre
Mehmet AYDOĞDU
23.05.2015 : 23.20.Şemî
Mamak - ENQERE