SEBRA DILAN
Weke rojê vêdikevî
Tu sitrana roj û şevî
Çima dûra min direvî
Bese were sebra dilan
Te nadim bi baxçê gulan
Ji bo min tu şîr û şekir
Min ji te tiştek fam nekir
Te pergala min belakir
Bese were sebra dilan
Te nadim bi baxçê gulan
Hêstrê min tên tene tene
Nalînên min sewa tene
Carek bi minre bikene
Bese were sebra dilan
Te nadim bi baxçê gulan
Ji bo te halê min nema
Dengêm diçe erd û sema
Te ez xistim nava xema
Bese were sebra dilan
Te nadim bi baxçê gulan
Seydaye ji Curnêreş tê
Dengê yarê çiqas xweş tê
Nav dilê min xwîna reş tê
Bese were sebra dilan
Te nadim bi baxçê gulan
Mehmet AYDOĞDU
18.05.2019-00:20
Şemî
Köln / ALMANYA