SEWA TE
EZÊ BIMIRIM
Mirim mirim rindê mirim
Sewa te ezê bimirim
Heta tu ney li vir narim
Li dû te ezê bimirim
Çavên teyên reş û belek
Derd û kull min kirin gelek
Wele bi xwere ez kuştim
Wan birî û porên xelek
Ezê bimirim sewa te
Bişev werime xewa te
Wele ez dûrî te narim
Ezê bibim kabûsê te
Rindê bi saxî kuştime
Nav agirde biraştime
Te can û cigera min xar
Ji bona te ez taştê me
Zivistan bihar havîne
Rindê kirim har û dîne
Min fam nekir çi evîne
Navê vê rastî mirine
Nizanim min çi kiriye
Derd li min ranabiriye
Sewa çavên reş û belek
Seyday Curnêreş miriye.
Mehmet AYDOĞDU
08.01.2020 – 18:20
Çarşemî
Köln / ALMANYA