STRÊRKA ŞEVÊ
Ji dest evînê îro bê zarim
Li xerîbiyê dîsa bê warim
Bi hesreta te li jînê Sarim
De were were stêrka şevê
Tu kuda diçî gula ber avê
Eşqa te canê şax da di dilde
Were milê xwe tu bi ber milde
Vî barê giran rake tu hilde
De were were stêrka şevê
Tu kuda diçî gula ber avê
Jiyana bê te wele ne jîne
Ji bo çi felek mere xayîne
Rindê sewda te ez kirim dîne
De were were stêrka şevê
Tu kuda diçî gula ber avê
De were were stêrka şevê
Rûyê te spî wek roj û tavê
Carê ramîsim ez dev û lêvê
De were were stêrka şevê
Tu kuda diçî gula ber avê
Ji tere dibêm gula şîlanî
Derd û kulanre wele dermanî
Sond duxum bo min tu rih û canî
De were were stêrka şevê
Tu kuda diçî gula ber avê
Seyday Curnêreş rindê tu rojî
Pîrozî delal qibla nimêjî
Tu tuney canê ez digrim rojî
De were were stêrka şevê
Tu kuda diçî gula ber avê
Mehmet AYDOĞDU
10 Mart 2019 - 13:48
Yekşemî
Koln / ALMANYA