TA DIGRIME
Wele bê te nabime
Nikam erdê rabime
Sewa eşqa te rindê
Roj bi roj ta digrime
Derî de disekinim
Seridîn ceh û genim
Çavêm li rê qerimîn
Bêy te çawa bikenim
Wele ken ji min nayê
Ez kuştim vê sewdayê
Qurbana wan çavên te
Min xilaskel belayê
Were derî tarîke
Xwe bi minre marîke
Wexta dotina mîhan
Min şivan xwe bêrîke
Seyday Curnêreş bo te
Dil bê te natewite
Wexta qala te dikim
Nav Dilêm dişewite.
Mehmet AYDOĞDU
17.07.2019 / 18:30
Çarşemî
Köln / ALMANYA