TE EZ DÎN KIRIM
Ez ney dînbûm te ez dîn kirim
Bi derdên xwe bê mal kirim
Ma qey ew jî ne besbû rindê
Li rû erdê ez wenda kirim
Ez dîn kirim û berdam sûka
Te nadim bi keçan û bûka
Wele ez har û dîn kirime
Gerdanê mircan û morîka
Har û dînê evîna teme
Dilê min tije kul û xeme
Were binêre li halê min
Hêstirê min tên weke çeme
Te ez dîn kirim berdam çola
Ji derdên te ez ketim hala
Delalê qurban ez şaş bûme
Çawa derxim lê êşa sala
Tu were binêr halê dîna
Dilê minde derba qurşîna
Bi destên xweyên kibar delal
Were dermanke tu birîna
Êşa salan ez çawa derxim
Ji dilê zengarîre çerxim
Delala min li ber lingên te
Ji bona qurbanê ez berxim
Seydayê Curnêreşî dîne
Rindê were min mexwapîne
Her ku çavêm li te dikeve
Nava dilê min dişewtîne.
Mehmet AYDOĞDU
04.12.2018 - 23:40
Sêşemî
Köln / ALMANYA