TE KAL KIRIM
Keçê wele te kal kirim
Berva xerîbiyê birim
Were halê min mêzeke/binêre
Ji derdê te dike bimrim
Ez kal bûme kalê evîn
Zivistanam bûye havîn
Keçê bese tu ha meke
Derdê tere bûm har û dîn
Keçê sewa te kal bûme
Nav çavên te wenda bûme
Lê zalimê tel min çikir
Ji derdan bê pergal bûme
Evîna te min dêşîne
Agir bi dilêm dixîne
Ji xwe dilê min birîne
Keçê were bikewîne
Fixana min diçe ezman
Ji min nemaye rihû can
Ji bo evîna te rindê
Ser min hilweşiya cîhan
Seyday Curnêreşî kale
Ji kezewê kûr dinale
Lê xayînê zalim bavê
Ji dest te halêm ne hale
Mehmet AYDOĞDU
06.12.2018 - 23:50
Pêncşemî
Köln / ALMANYA