TE NE XEME
Erê şoxê erê şengê
Xezala bi nav û dengê
Hele binêre çelengê
Deqa li cênig û çengê
Çavên reş belek kildayî
Hêstrêm barî ewrên sayî
Te digerim tu wendayî
Min fam nekir tu wendayî
Evîndarên çavên teme
Hesreta dîtina teme
Bi salanel benda teme
Lê zalimê te ne xeme
Ewrên çavên min miçiqîn
Gotinên min tev xeniqîn
Lê zalimê tu nabînî
Çavên min hêstran şeliqîn
Seyday Curnêreş dil da te
Dike bimrim ez ji bo te
Rinda min jiyana bêy te
Weke ser pira sîrate.
Mehmet AYDOĞDU
30.07.2018 - 16:30
Duşemî
Köln / Almanya