TU ÇI BIKÎ
EZ ÇI BIKIM
Tu çi bikî, ez çi bikim
Birîna xwe kêre vekim
Sond duxum bi sondên giran
Bêy te nikarim dermankim
Derman tenê li ba teye
Çavên cîhan li ser teye
Xeyalên min weke zava
Vekirina xêlya teye
Xêliya te reng rengîne
Ber xweva min dihelîne
Rengê sor û zer û şîne
Evîna te min dêşîne
Evîna te pirr girane
Wê ez kuştim car carane
Jiyana min kir wêrane
Xistim bindestê gurane
Se û gur li min rabûne
Rû erdê tenê sêwîne
Bo delala weka zîne
Min didin derba qurşîne
Derba qurşûn û atome
Dilê min tê xwîn û nême
Bi salanel dû xelkême
Nizam derdan kêre bême
Dibê Seydayê Curnêreş
Yara delal wek gula geş
Li vê dinya xweş û delal
Kirim xwediyê bextê reş
Bûme xwediyê bextê reş.
Mehmet AYDOĞDU
25.08.2018- 14:20 /Şemî
Kızılay / Ankara