TU NAYÊ
Di nav çavên tede ez veşirîme
Ji dest evîna te ez xewirîme
Di nav dostû yaranda sêsirîme
Binêre sewa te ez pişifîme
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Dilê min ji bo te behr û umane
Zanim ev rê pir bi mij û dûmane
Ma bi tere qet tune dîn/ol îmane
Ji bo çi li min radikî fermane
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Bejna zirav ji bo min wek minara
Guliyên delal weke kolorên mara
Memikê gulover weke henara
Were min hemêzke bin siya dara
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Sitara dilê min rinda min tuyî
Salên te nizanim bo min tim suyî
Nizanim bi eslê xwe tu li kuyî
Sond duxum ji bona min tu horiyî
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Bo min hatiye ji buhûşta rengîn
Qurbana çavên belek navê şêrîn
Dilê min sewa te bi kul û birîn
Ew jî ne bes bû ez kirim har û dîn
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Ev çend rojin wendakir rêya malan
Har û dîn kirim te ez berdam çolan
Çawa derxim ji nav dil êşa salan
Barê giran milê min wek hembalan
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Ez bûme hembal, hembalê evînê
Di dilde şax daye kula mirinê
Min xatir xastî niva li vê dinê
Pêçkim bêy tel dinyayê ez vî jînê
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Ezê bimirim bi vê kula giran
Evîna te jiyana min kir wêran
Min hate xezewê wek çêlkê guran
Germa havîn dibare berf û baran
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Min got bese were siltana dilan
Were min xilaske bes ji van halan
Sond duxum te nadim bi baxçê gulan
Kor û kerr bûm wendakir rêya malan
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê
Seyday Curnêreş xezala min were
Evîna te ez kirim der bi dere
Çavên min li her derê li te digere
Bo te poşifî li min dil cigere
Xerîbiyê gazî dikim tu nayê
Şevên tarî bêkes mame tu nayê
Dike bimrim zanî dîsa tu nayê
Darbesta min bi rêketî tu nayê.
Mehmet AYDOĞDU
17.05.2018 - 19:27 / Pêncşem
Köln / Almanya