TU XEZALA MALA MIN
Erê rindê tu delala dilê min
Şoxû şengê tu xezala mala min
Bêy te nema wele rindê halê min
Bese were niva şake dilê min
Dil ji bo te bûye deryaya xeman
Nav cîhanêde li min rakir ferman
Bi ser min de hate xar erd û ezman
Bêy te ez dike pêçkim li vê cîhan
Cîhana bêy te ji bo min tariye
Bejna zirav li ber çavêm nariye
Eva dila sewa te xwûn digriye
Were dinya min bike ronahiye
Dinya bêy te ser serê min hate xar
Eşqa te jiyana min kir tar û mar
Dike bimrim îro ez ji destê yar
Çêtire bêy te ji bo min axa sar
Seydayê Curnêreş digrî dinale
Wele bêy te halê min ne tuhale
Derdê te min wenda kir rêya male
Evîna te ez jî kirim bê male
Bi ciwanî te ez kirime kale..
Mehmet AYDOĞDU
29.07.2018- 17:43 / Yekşemî
Köln / Almanya