VÎ DILÎ
REZÎL KIRIM
Carê nêrî li hembere
Hêstir çavêm hatin xwere/jêre
Çawa dikim,çawa nakim
Ji ber çavên min tew nare
Dilê rezîl pite,pite
Çito dikim natewite
Lomedarno loman mekin
Dil,kezewam dişewite
Dil bi axîn û nalîne
War bi war min digerîne
Nav kolan û nava sûkan
Doş dike ji şopa zîne
Dil bi şewat wek agire
Çawa dikim venamire
Way gelîno loman mekin
Dil qet şîretan nagire
Ax vî dilî rezîl kirim
Qefa û çiyan werkirim
Di dest vî dilê bê ar de
Kûr dinalim û namirim
Carna dube weke behra
Seyday Curnêreş li Riha
Dinale her dem ji qehra
Vedireşe weke mehra.
Mehmet AYDOĞDU
22.03.2011- 23:00
Sêşemî
Akdere - Mamak
ANKARA