VEŞIRÎME
Di nav çavên tede ez veşirîme
Ji dest evîna te ez xewirîme
Di nav dostû yaranda sêsirîme
Binêre sewa te ez pişifîme
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Dilê min ji bo te behr û umane
Zanim ev rê pir bi mij û dûmane
Ma bi tere qet tune dîn/ol îmane
Ji bo çi li min radikî fermane
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Bejna zirav ji bo min wek minara
Guliyên delal weke kolorên mara
Memikê gulover weke henara
Were min hemêzke bin siya dara
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Sitara dilê min rinda min tuyî
Salên te nizanim bo min tim suyî
Nizanim bi eslê xwe tu li kuyî
Sond duxum ji bona min tu horiyî
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Bo min hatiye ji buhûşta rengîn
Qurbana çavên belek navê şêrîn
Dilê min sewa te bi kul û birîn
Ew jî ne bes bû ez kirim har û dîn
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Ev çend rojin wendakir rêya mala
Dîn kirim berdame kolanên vala
Barê giran milê min wek hembala
Çawa derxim ji nav dil êşa sala
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Ez bûme hembal, hembalê evînê
Di dilde şax daye kula mirinê
Min xatir xastî niva li vê dinê
Pêçkim bêy tel dinyayê ez vî jînê
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Ezê bimirim bi vê kula giran
Evîna te jiyana min kir wêran
Min hate xezewê wek çêlkê guran
Germa havîn dibare berf û baran
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Min got bese were siltana dilan
Were min xilaske bes ji van halan
Sond duxum te nadim bi baxçê gulan
Kor û kerr bûm wendakir rêya malan
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê
Seyday Curnêreş xezala min were
Evîna te ez kirim der bi dere
Çavên min li her derê li te digere
Bo te poşifî li min dil cigere
Dike bimrim îro ji dest evînê
Sond duxum te nadim leyla û zînê.
Mehmet AYDOĞDU
17.05.2018 - 19:27 / Pêncşem
Köln / Almanya