VIQAS ZALIMÎ
Wele pir zore bêkesî
Çima tul Xwedê natirsî
Rojekê li min napirsî
Ji bo çi viqas zalimî?
Ji tere pirr name şandin
Min çend salname qedandin
Hêstirê çavan rijandin
Ma qey tu viqas zalimî?
Rêya te bûme nobetdar
Negot germe min negot sar
Li rê nêrî sibê êvar
Ma qey tu viqas zalimî?
Seyday Curnêreş dibê yar
Ez gerandim diyar, diyar
Te ez xistim bin axa sar
Nizabû viqas zalimî.
Mehmet AYDOĞDU
14.02.2019 - 14:49
Pêncşemî
Di navbera Stuttgart û Nurnberg ê de.
Almanya