WARÊ MERAN
Warê meran çiqas xweşe
Weka gula neqş bi neqşe
Di warê bav û kalan de
Kêfê meran çiqas xwwşe
Warê meran çi şêrîne
Weka baxçan reng rengîne
Warê bav û kalên meran
Xemên meran/dilan direvîne
Warê meran çi xweş ware
Axê germe tew ne sare
Warê xerîb û xurbetê
Ji meranre nabe yare
Seyday Curnêreş ne şame
Zûda ji welat qetyame
Bi hesreta axa welat
Tev heliyam tew nemame.
Mehmet AYDOĞDU
20.04.2011 - 11:40
Çarşemî
Di navbera Şêxzelxê û qizlerêde di zikê/hindirê dolmişêde
Riha