WELATÊ MIN
Welat ji dilêm dernayê
Sewa welat ketim tayê
Gazî dikim tu kes nayê
Welatê min,welatê min
Bêy te nema tê sebra min
Welatê min pirr şêrîne
Çar alyê xwe reng, rengîne
Ji minre eşq û evîne
Welatê min,welatê min
Bêy te nema tê sebra min
Welatê min zîv û zêre
Ji bo min tev xêr û bêre
Tu caran jê nebûm têre
Welatê min,welatê min
Bêy te nema tê sebra min
Welatê min çand û huner
Nadim bi zerî û dîlber
Ji min sotî dil û cîger
Welatê min,welatê min
Bêy te nema tê sebra min
Welatê min tev buheşte
Çar alî zozan û deşte
Tev xwezaye tev suruşte
Welatê min,welatê min
Bêy te nema tê sebra min
Welatê min gula geşe
Eşqa Seyday Curnêreşe
Bê welat rêyam nameşe
Welatê min,welatê min
Bêy te nema tê sebra min...
Mehmet AYDOĞDU
25.06.2019 - 12:59
Köln / ALMANYA