WELAT
Derketim welat
Min nema heyat
Xwuda bide min
Ji bo min tebat
Ez bi dû ketim
Pir bi berketim
Ji bo debarê
Welat derketim
Çawa cîhane
Ma kî dizane
Êşa xûrbetê
Bo paryek nane
Ew pariyê nan
Doşdikel cîhan
Nav mala xwede
Ez dibim mêvan
Gelek dêşime
Nizam çi bême
Evîna welat
Dil xwîn û nême/ kême
Welat şêrîne
Bo min mizgîne
Welat buhûşta
Reng û rengîne
Welat buhûşte
Zozan û deşte
Ji dûrî welat
Min dil birişte
Seyda nexweşe
Li Curnêreşe
Welatêm rengîn
Wek gula geşe
Mehmet AYDOĞDU
06.05.2018-13:15
Yekşemî
Di hundirê balefira
Navbera İstanbul û
Köln ê de...