WELE MİN BÎRIYA
TE KIR
Wele min bîriya te kir
Wan lêvan te şîr û şekir
Hiş û aqil tev ji min bir
Wele min bîriya te kir
Bile min bîriya te kir
Min bîra te kir leylanê
Delala bi nav nîşanê
Nadim bi belqîz siltanê
Wele min bîriya te kir
Bile min bîriya te kir
Ji bona min tu şemalî
Him ahûyî him xezalî
Ber çavên min tim bîstslalî
Wele min bîriya te kir
Bile min bîriya te kir
Navê te nivisîl dara
Li ser çiyan ber zinara
Bo te giriyam car cara
Wele min bîriya te kir
Bile min bîriya te kir
Bîriya te dikim her dem
Nadim bi asliya kerem
Dilê minre tuyî melhem
Wele min bîriya te kir
Bîle min bîriya te kir
Seyda bîriya te dike
Li curnê reş gazî dike
Bêy te nizane çi bike
Wele min bîriya te kir
Bile min bîriya te kir.
Mehmet AYDOĞDU
17.02.2019 - 18:05
Yekşemî
Koln / ALMANYA