WELE NAXWEZIM
EZ BIÇIM
Tu dizanî çima diçim
Xwedî jin û law û keçim
Derfet hebin bo çi biçim
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Wexta ez çûm pir giriyam
Dîl û cîgerde qîriyam
Tu jî zanî pir westiyam
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Çawa terkim keybanûyê
Tenê bêlim wê horiyê
Dikşînim dest xerîbiyê
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Ferza çolo tu çêtirî
Ji leylayê şêrîntirî
Zuleyxayê xweşiktirî
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Nadim bi Asli ya Kerem
Nava dilê min tije xem
Hêstrê çavên min bûne çem
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Çûyûn ji bo min mirine
Bêy te tu kesên tune
Rohnîkên min dibarine
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Çûyîn ji minre pir zore
Nav xelkê de bûme şore
Hêstrê min tên qor bi qore
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Ji gotinan bûme têre
Dilê te şepal û şêre
Besa niva bike fêre
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Xebera çûyîna min hat
Min şikiyan bask û qanat
Delal sebra min qet nehat
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Ma te nedî çiqas giryam
Di hindirda ez xuriyam
Car caran jî ez ûriyam
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Dibê Seyday Curnêreşe
Dîl û kezew min bû reşe
Terka wekir pir nexweşe
Wele naxwezim ez biçim
Bîle naxwezim ez biçim
Mehmet AYDOĞDU
30.01.2019-17:00
Çarşemî
Köln / ALMANYA