WENDA BÛME
Bi şev û roj sewa te ez digrîme
Li vê dinê bêy te ez bê xwadîme
Ji derdê te ney saxim ney mirîme
Di nava jiyanê de wenda bûme
Jiyana bêy te wele ne jiyan e
Can û rihê min ji tere qurban e
Sond duxum delal bi navê Quran e
Bêy te dinyaya min her tim zîndan e
Ji bo te xwadiyê derd û kulame
Bêhna te ji bo min weke şemame
Sondan duxum ez bi navê kelame
Bêy te jiyan daîm ji min herame
Min xêr nedî wele ji vê jiyanê
Bêy te pêçkim jiyana li vê dinê
Boy te qut bûm ji xwarin vexwarinê
Were vegerîne tu vê talanê
Seydayê Curnêreşim ez çi bikim
Barê evînê çawa ser xwe rakim
Sond duxum tu caran te ji bîr nakim
Bêy te dilê xwe bi kesî şa nakim.
Mehmet AYDOĞDU
10.11.2018 - 16:00 / Şemî
Köln / ALMANYA