WERE ZALIM
WERE WERE
Bê te mayîn çiqas zore
Were keçê were were
Nav xelkêde bûme şore
Were rindê were were
Were halê min binêre
Wele li te nebûm têre
Bûme benîşt ji xelkêre
Were zalim were were
Axîn ji tere namîne
Şev û roj dikime şîne
Min nizabû ew xayîne
Were xayîn were were
Eşqa te ez serxoş kirim
Van derdan çawa hilgirim
Sewa te ez dike bimirim
Were bêbext were were
Min fam nekir ev çi renge
Te dil kir gemar û zenge
Niva werî pirr derenge
Were gawir were were
Seydayê Curnêreş were
Li te mam ez bê xebere
Te ez kuştim ber bi bere
Were dîlber were were.
Mehmet AYDOĞDU
14.01.2020 – 01:45
Sêşemî
Köln / ALMANYA