WERE
Were were ez çi bikim
Nizanim ez çawa bikim
Dilêm tije kul birîne
Bêy te nikarim dermankim
Were were rindê were
Bese li min tu vegere
Bejna teyê wek rihana
Ber çavên min tê û dere
Were rindê tu delalî
Him bedewî him xezalî
Bextê teme niva were
Ji minre bibe bermalî
Were were lê sorgulê
Ji bona min sebra dilê
Sewa eşqa te delalê
Min wendakir rêya malê
Were were lê xayînê
Te ez kirim har û dînê
Ez Ferhadim tu Şîrînê
Şewtandim agrê evînê
Were Seydayê Curnêreş
Derdê tere bûye nexweş
Bila ji bona Xwedêbe
Were dilê min bike geş.
Mehmet AYDOĞDU
10.11.2018 - 13:41
Şemî
Köln / ALMANYA