XERÎBÎ
Wele zore, bîle zore
Xerîbî gelekî zore
Wek kirasek ji agire
Çawa dikim venamire
Agir bi dilan dixîne
Nava dilan dişewtîne
Kes halê xerîb nizane
Xerîb zane çi dikşîne
Xerîbî bela serane
Wele jiyan ne jiyane
Kesên welatê xwe dûrin
Xerîbî bo wan zîndane
Xerîbî qet ne tu ware
Ji mere ew bûye ware/ pare
Korbe çavê xerîbiyê
Rûyê xerîbiyê sare
Li xerîbiyê wêranim
Ez bê bîhn û ez bê canim
Ez bê rih û ez bê canim
Ez bê nefes û bê canim
Li welatê xerîbiyê
Bê hiş digerim nezanim
Bê hiş tiştekî nizanim
Ez xerîbim dûrî malim
Derdê welat ez bê halim
Evîn û hesreta welat
Xerîbiyê kûr dinalim
Lê çi bikim xerîb mame
Jiyanê de wenda bûme
Îro dîsal xerîbiyê
Ez bê war û bê kes mame
Seyday Curnêreş ev çiye
Rê li ber min wenda bûye
Bi şev û roj ew digriye
Meskenê min xerîbiye.
Mehmet AYDOĞDU
06.05.2018 - 10:45 / Yekşemî
Balefirgeha Atatürkê
İstanbul