XERÎBÎ
Xerîbî kirasek li agire
Hêstir li çavêm dibare
Êşû şewata nav dilê min
Ti derman wayî nabire
Hêstirê çavê min xwînin
Ji bo wê derek nabînin
Ji xerîbyê ezê bimrim
Ez welatê xwe nabînim
Welleh welat pir şêrîne
Xerîbî min pir dêşîne
Her ku qala welat dibe
Nava dilêm dişewtîne
Hesreta welat ez kuştim
Li xerîbyê tenê hiştim
Evîn û hesreta welat
Li derê kuçeyan hiştim
Xerîbî gelekî zore
Çavên mirov dike kore
Yên weka min li xerîbiyê
Nav dilê wan xwîna sore
Mehmet AYDOĞDU
03/07/2013- Çarşem
15:20-TRT Oran
ÇANKAYA-ANKARA