XEZALA MIN
Min rindek dît wek stêrkan
Ji min standîbû rih û can
Serê min bi tere heyran
Min xilaske ji van derdan
Weke xezala çolane
Jiyana min kir talane
Ketime bextê te rindê
Min xilaskej van halane
Xezala min dayka karan
Paşlêda cotê henaran
Ji xwe derdê min gelekbûn
Zêdekirin bi hezaran
Xezala min çol û çiyan
Dûr ketiye ji xadiyan
Sewa te ez dîl ketime
Nav torande wek masiyan
Xezal bedew û narîne
Ber dilê min pirr şêrîne
Yek wek wê li dinê nîne
Kes bi çavên min nabîne
Xezala dilê min xaşe
Eşqa wê kirim serxwoşe
Dilê Seyday Curnêreşe
Were carê bike geşe.
Mehmet AYDOĞDU
12.01.2020 – 14:40
Yekşemî
Köln / ALMANYA