XWELÎ BI SERÊ
MIN KIR
Wele min jê pir hezkir
Deryê derdan min vekir
Nizanim min pê çikir
Emrê min bi xwe re bir
Min bi dil ji te hez kir
Bi ken li min mêz dikir
Ji bo çi li min hakir
Te mala min xirakir
Çima te li min hakir
Dilê min tije kul kir
Hiş,aqilê min tev bir
Malik li min wêran kir
Ji bo çi dilê min bir
Dil kezewa min kul kir
Xwelî bi serê min kir
Min dinyaya xwe şaş kir
Seyday Curnêreş çê kir
Te dilê wî perçe kir
Roja wî te tarî kir
Rê li ber wî wenda kir.
Mehmet AYDOĞDU
21.12.2019 — 21:08
Şemî
Hannover / Almanya