XWEZÎ EZ ZAROKBÛMA
Xwezî ez zarokbûma, li warekî bê sîleh
Min ji xwere bilîsta, bê agahî û bê guneh
Xwîna ku tê rijandin, tu caran min nekir seh
Gelek hatine kuştin,ew bê sûc û bê guneh
Xwezî ez zarokbûma,li warê bav û kalan
Min ji xwere bilîsta derdor û nava malan
Emrê min biboriya welatê bav û kalan
Her roj bi hev şabûna teva dost û hevalan
Xwezî ez zarokbûma li warekî bi seyran
Bi kêfanre bifiryam bi bask ez weke teyran
Ketim bextê we tevan zar û zêçên bê zaman
Ji bo hestên gamarî zarokan mekin qurban
Xwezî ez zarokbûma ez weke teyrê azad
Weke teyran bijîma derbaskira kêf heyat
Jiyana zarok têde weke pira ser sîrat
Bav û kalan bigota bo we rojeke nû hat
Xwezî ez zarokbûma dibê Seyday Curnê reş
Tu caran ez naxwezim zarok bibin bexte reş
Li vê cîhana fere her daîm bibin kêf xweş
Werin dest bidine hev zarokan bikin dil geş..
Mehmet AYDOĞDU
19.12.2020 - 16:30
Şemî
Mamak - Ankara