XWEZÎ
Xwezî ez bibûma nêçîrvanek
tujî bubiyayî xezalek,
li deşta heranê bi şev û roj li şopa te bigeriyama,
Xwezî ez bibûma baranek
Û wek barana biharê di ewrên çavên teda
Tije tije bibariyama û di henarokê rûyên teda bihatima xwerê,
Xwezî ez bibûma şivanek,
Û tujî ji minre bubiyayî bêrîvanek
rojên biharê tu bihatayî bêriyê
Û min jî ji bona çavên teyên reş û belek pez bi ser tede bêr kira û heta te bêriya xwe kirê bû
bi hewesa dilê xwe yê rezîl re
têre têr li bejna teyê zirav
Û li sorgulyên teyên henekirî temaşekira,
Xwezî ez bibûma teyrek
Û di şeveke zivistanê di nîvê
şevêde
Di rojina mala bavê tede min
xwe berda hindirê mala bavê te
Û bihatama li ser pêsîrê te veniştama
Hetanî birbanga sibê
bangîna mela
Min pêsîrê te bihnkira û li rûyên teyên nûranî temaşekira
Xwezî ez bi miriyekbûma
Û tujî ji minre bubûya gorek,
Te xwe di min werda û ez di hemêza xwede heta heta veşartama...
Mehmet AYDOĞDU
13.12.2019 –21:01
Înî
Köln /Almanya