YA MUHEMED
Tu yî dermanê dila
Tê bîhna mîsk û gula
Nav baxça wek sor gula
Şefaet ya Muhemed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Ewe resûlê (qasidê) îns û cin
Xwediyê roja mezin
Mehderya te dixwazin
Şefaet ya Muhemed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Ji bot e çêkir cîhan
Navê tel erd û ezman
Serê mej tere qurban
Şefaet ya Muhemed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Ewe resûlê Yezdan
J’bo te afirand cîhan
Tu dermanê (dil) rih û can
Şefaet ya Muhemed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Qilê kir dilê zengar
Kufara dikir hawar
Muşrîk bûne tar û mar
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Weke rojê ew hilat
Mizgîn da încîl tewrat
Qûr’an şand j’mere xelat
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Ew şefîê mehşerê
Îmdat dibên l’her derê
Xazî were mehşerê
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Qurbana navê şêrîn
Eşqa te dil bû birîn
B’hezar caran eferîn
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Nav te yek Muhemed
Ê din şêrîn can Ehmed
Ji bo xwetirê Semed
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Şefaet hezar cara
J’şefîê pêxembera
L’ser kaxez û deftera
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Dubê Seyday Curnêreş
Bi eşqa te bûye nexweş
Qurbana wî navê xweş
Şefaat ya Muhamed
Şefaet ya nûr Ehmed
Mehmderî ya Muhemed
Mehmet AYDOĞDU
03/01/2008 Pêncşem
18:20- RIHA