YARÊ
Yar bi rastî pirr xweşe
Afiriye neqş bi neqşe
Ji bo xelkê nizanim
Ji bo min gula geşe
Yar wek bûka cîhane
Sorgula nav baxçane
Dinya aleme tev zane
Dayka hemû kurdane
Salix dayîn pirr zore
Nav baxçan gula sore
Yên yara min nabînin
Wele çavên wan kore
Yara min reng bi renge
Cîhande daye denge
Yên yara min nasnakin
Nazik û şox û şenge
Navê wê gulîstane
Wek strêrkal ezmane
Ez goriya navê wê
Wele xemla cîhane
Xemlê yara min pirin
Petrol û ziv û zêrên
Kesên li ba wê dijîn
Piling, şepal û şêrin
Seyday Curnêreş yarê
Tu bûka ser bi şarê
Bo mirazê me nebe
Dijmin bû gurê harê
Mehmet Aydoğdu
10.04.2019 -14:00
Çareşemî
Koln / ALMANYA